Li Haîtîyê tankera mazotê teqîya: 75mirî

Li bajara Cap Haîtîen a Haîtîyê ji ber teqîna tankerekî yê mazotê herî kêm 40 kes mirin.

Ekleme: 16.12.2021 10:55:29 / Güncelleme: 16.12.2021 10:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên çapemenîya Haîtîyê, tankerekî yê mazotê ji ber sedemeke nediyar qelîbî. Di encama qelibandinê de mirovên derdorê mazota ku li ‘erdê rijîyaye kom kirin û di wê demê de teqînek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de agir li xanîyên derdorê jî ket û herî kêm 40 kes canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)