Li Komara Domînîk balafir ket: 9 kes mirin

Li Santa Domingoya paytexta Komara Domînîk di encama ketina balafireke biçûk de 7 rêwî, 2 xebatkar mirin.

Ekleme: 16.12.2021 09:55:26 / Güncelleme: 16.12.2021 09:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku balafira ket xwarê hewl dida bi awayekî awarte li Balafirgeha Las Americas a li Santa Domîngoyê dakeve.

 Hat ragihandin ku balafir ji bo biçe Floridaya DYAyê rabûye. Derbarê sedema qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)