Avrupa Yetîm Elî ji mexdûrên şer ên li Malîyê re alîkarî kir

Li Malîyê ji teref Avrupa Yetîm Elîyê Sazîya Alîkarîyê ya Neteweyî ve ji malbatên ku ji ber şer di çadiran da jîyan dikin re alîkarîya pere hat dayîn.

Ekleme: 14.12.2021 12:45:28 / Güncelleme: 14.12.2021 12:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîba Komeleya Avrupa Yetîm Elîyê, alîkarîyên ku ji teref xêrzxazên Avrupayî ve hatîye bexşkirin, ji malbatên mexdûr ên ku li Bamakoyê dijîn belav kirin.

Ekîbên komeleyê, mexdûrên ku di çadiran de dimînin zîyaret kirin û bi zarokên êtîm û sêwî re hatin cem hev. Ekîb ji zarokan re balon û şekir belav kirin, ji malbatan re jî alîkarîya pere kirin.

Serdar Şîşmanê Alîkarîya Serokê Giştî yê Avrupa Yetîm Elî derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ew zekat û sedeqeyên xêrxazên Avrupayê gihîştandin mexdûrên li Bamakoyê.

Şîşman di berdewama daxuyanîya xwe de weha axivî, “Bi rastî jî îxtîyacîya van bi gotinê xelas nabin. Kêfxweşîya van malbatan wekî kêfxweşîya temamê aleman e.” (ÎLKHA)