Li Libnanê di merasîma cinazê de 4 endamên HAMASê bi êrîşê çekdarî hatin şehîdkirin

Li Libnanê ji kesên ku canê xwe ji dest dane re di kampa miltecîyan de merasîm hat tertîpkirin, di merasîmê de êrîş hat kirin.

Ekleme: 13.12.2021 10:25:24 / Güncelleme: 13.12.2021 10:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşê de 4 endamên HAMASê şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ji bona însanên ku di teqîna kampa li Burc Eş-Şîmalîyê de canê xwe ji dest dabûn re merasîma  cinazê hat tertîpkirin.

Di dema tabûta Hamza Îbrahîm Şahînê ku endamê HAMASê li ser milan bû êrîş li merasîmê hat kirin.

Hat dîyarkirin ku di encama êrîşê de 4 endamên HAMASê şehîd bûn, herî kêm 4 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di nav birîndaran de Zaher Cabarînê endamê Biroya sîyasî yê HAMASê jî heye.

Hereketa Fetîhê ji êrîşê re hat berpirs dîtin

Li gor agahîyên ku ji çapemenîyên dinê hat bidestxistin, ew ê ku êrîş li dar xistine endamên Hereketa Fetîhê ne.

Hat destnîşankirin ku HAMAS jî di daxuyanîya xwe de Hereketa Fetîhê derheqê êrîşê de berpirs dit.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku, nimêja cinazeyê ya merhûm Hamza Îbrahîm Şahîn li Mizgefta En-Nurê hat kirin û dûre cinaze ji bona ku bê definkirin hat birin li goristanê. Di dema birina cinazê de êrîş hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku endamên Fetîhê dema ku qelebalix nêzîkê navenda Hereketa Fetîhê bû êrîş kirin. Di encama êrîşê de 4 endamên HAMASê hatin şehîdkirin.

Ji teref Hereketa Fetîhê ve daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)