Li Fransayê mezelên misilmanan hatin xirakirin

Li bajara Mulhouse ya Fransayê ji teref kesên ku nasnameyên wan nehatîye tespîtkirin ve mezelên Misilmanan hatin xirakirin.

Ekleme: 13.12.2021 10:09:46 / Güncelleme: 13.12.2021 10:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî sûretên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin tê dîtin ku ew kesên ku nayên naskirin çîçek û kevirên mezelên misilmanan xira dikin.

Ji teref sazîyên Îslamî yê li herêmê ve, ev çalakîya vandaltî bi “tirsekî û kerîh” hat wesfandin û ji rayedaran re jî weha hat daxuyankirin, “Faîlên vê çalakîya rezîlane biqefêlin û teslîmî edaletê bikin” (ÎLKHA)