Qeza doh di wextên nîvro de li ser 3yemîn kîlometreya rêbeja Midyad-Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 21 AC 501 a ku ji Midyadê ber bi Mêrdînê ve diçû li du wesayîtan qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de kesek kesa bi navê Emîne Canturk canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)