Li gorî çavkaniyên herêmî bahoza ku li eyaleta Kentucky bi bandor bû, bajarê Mayfield jî di nav de , li gelek deveran bû sedema xisareke mezin.
Walî Andy Beshear li ser zirarên ku ji ber tofana bi bandor çêbûye, got ku bahozekê derengiya Înê li başûrê rojavayê Kentucky rabû û bû sedema mirina herî kêm 50 kesan.
Her wiha hat ragihandin ku li Monetteyê ji ber bahozê li mala hemşîreyan da herî kêm 20 kes asê mane. Ji bo xilaskirina kesên di avahiyê de asê mane xebat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)