Bavê Cengîz Akyuzê yek ji şehîdên Mavî Marmarayê ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin

Bavê şehîdê Mavî Marmarayê Cengîz Akyuz, Bahattîn Akyuz di 76 saliya xwe de li mala xwe ya li Gungorenê ji ber nexweşiyên ku bi pîrbûnê dest pê kiribûn jiyana xwe ji dest da ku cenazeya wî ji bo definkirinê hat şandin bajarê wî Mêrdînê.

Ekleme: 11.12.2021 12:05:30 / Güncelleme: 11.12.2021 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zarok, xizm û hezkiriyên rehmetî di nimêja cenaze ya ku serê sibê li Mizgefta Mareşal Fevzî Çakmak a Gungorenê hat kirin de amade bûn.

Piştî şîreteke kin a beriya nimêja cinazê ya derbarê mirinê de, nimêja cenazê bi helalîxwestina ji bo rehmetî hat kirin.

Tarik Akyuzê kurê rehmetîr beriya nimêjê û piştî nimêjê sersaxîyan qebûl kir. Cenazeyê Akyuz piştî nimêjê ber bi bajarê wî Mêrdînê ve hat şandin. (ÎLKHA)