Salvegera damezrandina HAMASê li Xazzeyê hat pîrozkirin

Bi deh hezaran Filistînî li bakur û rojavayê Xazzeyê piştî nimêja înê 34emîn Salvegera HAMASê bi meşekê pîroz kirin.

Ekleme: 11.12.2021 10:05:28 / Güncelleme: 11.12.2021 10:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê HAMAS'ê Muşîr El-Misrî ku bi beşdarbûna meşa li bakurê Xazzeyê 34. salvegera HAMAS'ê pîroz kir û  di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedan wê bidome û ew ê ji bo azadiya girtiyan dê têkoşîna xwe bidomînin.

El-Misrî bang li Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê kir ku li ser bijardeya berxwedanê bisekine û dawî li koordînasyona ewlehiyê ya bi dagirkeran re bîne û got, "Em ê her cure berxwedanê bidomînin. Yên li dijî berxwedanê ne, bila hesabên xwe bikin.Ji ber ku bi dagirkeran re di heman alî de cih digirin.”

El-Misrî diyar kir ku HAMAS ji yekitî û digelhevîyê re vekirî ye û ji bo vê yekê gelek tawîz dane û ew hemû hewldanên ku ji bo yekitiya li Filistînê hatine kirin teqdîr dikin.

El-Mîsrî di axaftina xwe de penaberên Fîlîstînî jî ji bîr nekir û diyar kir ku vegera wan nêzîk e û got, "Em ji girtiyên xwe re jî dibêjin ku azadkirina we deynê stûyê me ye. Ji bo azadkirina em xebatên xwe didomînin."(ÎLKHA)