Li Rihayê felaketa sobeyê: 2 mirî û birîndarek

Li navçeya Pirsûsa Rihayê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 11.12.2021 09:45:31 / Güncelleme: 11.12.2021 09:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Pirsûsê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin malbata Çîçek a ku di mala xwe de  sobe bi kar dianî ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobê derket bi jehrê ket.

Xizmên malbata Çîçek ên ketin hundirê malê, dîtin ku Havva Çîçek (61), Bedir Çîçek (16) û Zahîde Acîl (55) ku di malê de mêvan bû mirî ne.

Bi girtina nûçeyê re tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku Havva Çîçek û Zahîde Acîl jiyana xwe ji dest dane û Bedîr Çîçekê birîndar bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.(ÎLKHA)