Li Kanadayê mamosteya pîrek ji ber tesettûra xwe ji wezîfeyê hat avêtin

Li mektebekî li bajara Quebecê, mamosteya pîrek ji ber tesettûra serê xwe ji wezîfeyê hat avêtin.

Ekleme: 10.12.2021 14:05:26 / Güncelleme: 10.12.2021 14:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref mektebê ve hat destnîşankirin ku ji ber qanûna Bîll-21ê ku di 21ê Hezîrana sala 2019an de ketîye meriyetê ew  mecbûr in ku wê me’limê jî me’limtîyê bavêjin.

Hat îfadekirin ku xebera avêtina ji me’limtîyê bi e-postayê ji pîreka me’lim re hat şîyandin. Ji teref welîyên ku xeberê bihîstin ve jî ji bona ku alîkarîyê bidin me’lim, li derveyê mektebê  protesto hat kirin.

Wayne Dalyyê Serokê Demborî yê Komîtîya Mekteba Quebeca Rojava daxuyanîyek belav kir û weha got, “Min bi mirovên Mekteba Quebecayê re hevdîtin kir û ew kesan ji min re gotin ku me fikr û ramanên xwe yên li hember qanûna Bîll-21ê ji hikûmetê re ragihand. Lê dîsa jî em endamên ev sîstema perwerdehîyê ne, lazim e ku em jî vê qanûnê bi cîh bînin. Me ji hikûmeta Quebecê re derheqê vê qanûnê de got ku ev qanûn “ne etîk e” û em li hemberê vê qanûnê ne.”

Li Wîlayeta Quebeca Kanadayê, li gorî qanûna Bîll-21 ê ku di 21ê Hexîranê sala 2019an de ketîye meriyetê, di dema xebatê de tesettûr, xaç an jî nîşanên dînî hatîye qedexekirin. (ÎLKHA)