Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha cotmeha sala 2021ê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha cotmehê de rêjeya bêkarîyê li gorî meha tîrmehê 0.2 puan kêm bû û bêkarî daket ji sedî 11.2yan.
Rêjeya îstîhdamê zêde bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha cotmehê de li gor meha tîrmehê 180 hezar kes zêde bû û derket 29 milyon û 581 hezar kesan.(ÎLKHA)