Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA: Em bi rûh û can ji bona azadîya Qudsê xebat dikin

Mele Enwer Kiliçarslanê ku di hevdîtina “Heyeta Ulemayan” de destnîşan kir “Em bi mal, can, alim û xwendekarên xwe ji bona azadîya Qudsê xebat dikin.”

Ekleme: 09.12.2021 10:40:26 / Güncelleme: 09.12.2021 10:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heyetên Ulemayan 2 sal berê bi banga Yekîtîya Alîmên Filistînê yê derveyê welat kom bûbûn, ji bona alîkarîya Quds û Filistînê li Stenbolê di civîna ‘ewil de bi hevdûre civîyan.

Di bernameyê de ji 28 welatan ji 50î zêdetir ûlema beşdarî civînê bûn. Kiliçarslan jî di vê bernamê de axavtinek kir.

Kiliçarslan destnîşan kir ku derheqê xizmeta Îslamê de çi qas jî pirsgirêk û zehmetî jî hebin derdê wan a ewil Quds e.

“Em bi mal, can, alim û xwendekarên xwe ji bona azadîya Qudsê xebat dikin”

Kiliçarslan di bernamê de weha axivi, “Em Qudsê bi temamî du’a û di fealîyetên xwe de pêşanî dikin.Em 30 sal e li şerqa welat bi neyarên Îslamê re micadele dikin, bi PKKê re micadele dikin. Di temamî rewşa me de Quds heye. Daxwazîya me ji Xwedê ye ku bila Qudsê bi destê me, alimên me û xwendekarên me azad bike. Em bi mal, can, alim û xwendekarên xwe ji bona azadîya Qudsê xebat dikin. Xwedê Teala bila ji me re û ji temamê misilmanan re li Qudsê kirina nimêja înê, nimêja fethê û nimêja şikrê bike nisîp.”

“Ji bona xelasîya Qudsê lazim e ku temamê misilmanan cehd bikin”

Kiliçarslan di axavtina xwe de bi bîr anî ku Quds qîbleya ‘ewil e û axavtina xwe weha berdewam kir, “Çawa ku Ka’be ji bona ku qîbleya me ya pîroz e, Mescîdî Eqsa jî ji bona me pîroz e. Xwedê Teala pîrozahîya Mescîdî Eqsayê di ayeta Îsra û Mîracê de ji me re qal kirîye. Ji  ber vê yekê ji bona xelasîya Qudsê lazim e ku temamê misilmanan cehd bikin. Daxwazîya me ji Xwedê ye ku bila Mekke û Medîneyê jî ji destê wanê ku bireveberîyê heq nakin derxe. Dîsa em ji Rebbê xwe dixwazin ku bila temamê Misilmanên dinyayê ji bona xelasîya welatên xwe micadele bikin.”

 

“Fikrên me çi qas jî ne yek be lazim e ku em tev bi hev re ji bona Qudsê bixebitin”

Samî Saîmîyê ji alimên Lîbyayê jî di bernamê de axavtinek kir û destnîşankir ku ew bawer dike ku dê Quds azad bibe, Samî li axavtina xwe weha zêde kir, “Îxtîyaca Qudsê ji me re tine ye. Îxtîyaca me ji Qudsê re heye. Quds, ji bona me derîyekî şerefê ye. Xwedê Teala dibêje ku ‘Kî ku cîhadê bike encax ji bona xwe cîhadê dike.’ Xweda mikafata birayên  me yê di Meclîsa Alimên Filistînî de bide. Çimkî yê ku vî derîyî li ber me  vekirin ew in û ji bona şirîkîya vê şerefê ji me re bûne sebep. Lewra  hûn jî zanin ku ev mesele meseleyeke berfireh e. Em her tim di meseleyên sîyasî, fikhî an jî fikrî de wekî hev nafikirin lê du heb mesele hene ku em tev di vê meselê de hemfikr û raman in. Ji van meseleyan yek bawerîya Pêxember(s.x.l) e, yê din jî ji bona xelasîya Beytûl Maqdîsê  alîkarî kirine. Dema ku em dîqqet bikin, tefekkûr bikin û lêkolîn bikin em ê bibînin ku mesela duyemîn bi meseleya yekemîn re girêdayî ye. Rêya ku pêxemberê me tê de meşîyaye, ev rê ye. Dema ku em wî îxmal bikin û alîkarîya xwe bi gotin bibêjin, ev tişt tiştekî xeflet e. Rêya ku pêxemberê me ajotîye ew rê li benda me ye. Lazim e ku em beşdarî vê rêya mezin û Îslamî ya kûrewî bibin. Ji ber vê yekê dibe ku Xwedê Teala me jî ji micahîdan binivîsîne.”

“Qelbê alimên Efrîqayê û xelqê Efrîqayê bi Filistînê re ye”

Nagobo Sombeyê Midirê Îdareya Daweta Cemaata Îbadurrahman jî ji Senegalê beşdarê bernameyê bû û piştî ku silavên misilmanên Senegalê ji civata hazir re got re dest bi axavtina xwe kir. Nagobo di axavtina xwe de weha got, “Cihê Mescîdî Eqsayê mibarek û derdora wî, di qelbê misilmanên Efrîqayê de gelekî mezin e. Misilmanên Efrîqayê çawa ku ji Mekke û Medîneyê hez dikin, ji Mescîdî Eqsayê jî wisa hez dikin. Çawa ku em dixwazin Mescîdî Heram zîyaret bikin em dixwazin ku wisakî Mescîdî Eqsayê jî zîyaret bikin. Ji ber vê yekê qelbê alimên Efrîqayê û xelqê Efrîqayê bi Filistînê re ye. Xelqê Efrîqayê di demekî dirêj de îşxal û xirakirinê dît. Ji ber vê yekê ew daîma bi de’weyên ‘adil re ne. Ji bona me ev de’wa adil, birayên me yê Filistînî yê ku di bin zehmetî û îşxalê da ne gelek muhîm e. Birayên me yên ku dema ku diçin hecê di yadîgarên xwe de qala Filistînê û Mescîdî Eqsayê dikin. Di yadîgarên xwe de hezkirina wan cihan û daxwazîya zîyaret kirinê jî zikir kirine. Ji ber vê yekê em gotinê xwe yên ku derheqê alîkarîya Filistînê de gotibûn, em dîsa dibêjin û em ê alîkarîya xwe berdewam bikin.”

“Sîyonîst, li Efrîqayê qurbanan jê dikin”

Sombe destnîşan kir ku sîyonîst nêzîkê 4 salan e ku li Efrîqayê qurbanan jê dikin û ji feqîran re bela dikin. Sombe axavtina xwe weha domand, “Dema ku ew sîyonîst qurbanê didin însanan, wan însanan jî ji bona ku wan qurbana bigrin diçûn li derdora wan sîyonîstan kom dibûn. Ji ber vê çi qas jî ez di meqama fetwayê de nebim jî min meqaleyekî daxuyan kir ku qurbana ku sîyonîst belav dikin, necîs e û qurbana ku ji wan bê girtin jî heram e. Min di detaya meqaleya xwe de qala necistîya qurbana wan sîyonîstan kir. Çinkî ew sîyonîst mal û ‘erdên ku bi wan re ye bi xesbê girtine. Wan sîyonîstan mal, xanî,petrol û ’erdên xwe ji hinek însanan xesb kirine û derbasî li ser navê xwe kirine.  Ji ber vê yekê qurbanên wan heram e. Dîsa jî hinek mirov dibêjin ku qurbana ehlê kîtêp tê xwarin. Lê ez li wan gotina ehmeqan dinêrim û dikenim. Ew sîyonîst, ji bona ku wek çavdarê beşdarê Yekîtîya Efrîqayê bibin daxwazîya xwe şîyandin. Hinek serokê welatên Efrîqayê bi tevî serokê Senegalê jî ev daxwazîya sîyonîstan munasîb dîtin. Hetta bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Lê zilamên bi qewet û muteber li hember vê daxwazîyê sekinîn û wî teklîfê qebûl nekirin. Ji ber vê yekê me bi navê Yekîtîya Alîkarîya De’wa Filistînê ji Serokê Senegalê re teklîf şîyand û em ê ji wî re bibêjin ku xelqê Senegalê, alim û temamê rêxistinan vê rewşê qebûl nakin. Ez di vê bernamê de dîsa jî ji sîyonîstan re ji ser navê aliman dibêjim, hûn qet bi xêr nehatine, em we qebûl nakin û em ê we nas jî nekin.”

Temsîlkarên welatan hat hilbijartin

Hat îfadekirin ku di civînê de heyetê temsîlkarên Filistîn, Cezayîr, Tunus, Libnan, Morîtanya, Erître, Iraq û Endonezyayê hat hilbijartin.

Ji Serokatîya Heyetên Derve re Nevvaf Tekrûrîyê Serokê Yekîtîya Alimên yê Filistinê hat hilbijartin. Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî ji endamê Koordînasyona Alimên Ûmmetê yê ji bona Qudsê hat hilbijartin.(ÎLKHA)