Mesrûr Barzanî û Mustafa Kazimî hevdîtin kirin

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin kirin.

Ekleme: 08.12.2021 12:25:24 / Güncelleme: 08.12.2021 12:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ji bo hinek serdanan hat Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Kazimî ji teref Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşîwazîkirin.

Piştî pêşîwazîya ku hat kirin re di navbera her du rayedaran de hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinê de operasyona hevpar a li dijî DAIŞê û êrîşên ku ji teref DAIŞê ve li Pêşmergeyan hat kirin hat gotûbêjkirin.(ÎLKHA)