Kamyon û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn; 11 birîndar

Li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê di qezaya ku pêk hat de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 08.12.2021 09:35:25 / Güncelleme: 08.12.2021 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser rêya Ovabagê ku 25 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ye pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 80 ACM 378 a ku ajokarê wê Îsmaî M. bû û kamyona bi plaqeya 21 AAZ 365  li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên cuda hatin kirin, Îsmaîl M.yê ajovanê serwîsê yê ku rewşa wî giran bû jî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. (ÎLKHA)