Weqfa Yetîman li Agirîyê ji êtîman re alîkarî kir

Weqfa Yetîman a ku li nava welêt û li derveyî welêt ji bo kesên êtîm bênavber xebatên alîkarîyê dike vêcarê jî li Agirîyê ji êtîman re alîkarî belav kir.

Ekleme: 08.12.2021 08:55:25 / Güncelleme: 08.12.2021 08:55:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman a ku berî niha bi dirûşmeya “Bila Êtîm Nequfilin” kampanyaya bi navê “ Mont û Botek” dabû destpêkirin li Agirîyê ji zarokên êtîm re alîkarî kir.

Derbarê mijarê de ji teref Temsîlkarîya Weqfa Yetîman a li Agirîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew di bergeha kampanyaya bi navê “ Mont û Botek” de ji bi dehan zarokên êtîm re alîkarî kirine û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.(ÎLKHA)