Li Amerîkayê jinekê hewl da mizgeftekê bişewitîne

Li eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê şewata ku jinekê ji bo şewitandina mizgeftê pêxist beriya ku mezin bibe hat vemirandin.

Ekleme: 06.12.2021 16:55:28 / Güncelleme: 06.12.2021 16:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer berî vê rojekê  li navendeke Îslamî ya li Albuquerque ya New Mexico qewimî. Li gorî dîmenên ku di kamerayên ewlehiyê yên mizgeftê de hatine kişandin, jinek pêşî li qada lîstika zarokan a mizgeftê agirekî piçûk vêdixe.Jin paşê çopê tîne ber deriyê mizgeftê û piştî agir berdideyê. Piştî şewatê jin ji cihê bûyerê derdikeve.

Hat ragihandin ku şewata ku derket pişt re ji aliyê kesên derdorê ve hatiye ferqkirin û beriya ku mezin bibe hatiye vemirandin. Midûriyeta mizgeftê diyar kir ku piştî temaşekirina dîmenan xwe ewle nabînin û diyar kirin ku ev sûcê nefretê ye.

 Rayedaran diyar kirin ku her tim misilman dibin hedef û bi bîr xist ku Îslam dînê aştiyê ye. Rayedaran got: "Ez matmayî mam û xemgîn bûm ku mirovek wusa xerab dikare vê yekê li civata aştîxwaz bike."

Polîsên herêmê gumanbar xistin lîsteya lêgerînê û her kesê ku di derbarê mijarê de agahdar bit hat xwestin ku agahî bide polîsan. (ÎLKHA)