HUDA PAR:Divê rejîma îşxalê meşrû neyê nîşandan û hisabê îhlalên heqan ên ku tên kirin bê pirsîn

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva derve de daxuyanî hat belavkirin.

Ekleme: 06.12.2021 14:40:29 / Güncelleme: 06.12.2021 14:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê “Qerara Neteweyên Yekbûyî ya redkirina nûnertiya Afganistanê” û derheqê zilm û zordarîya ku rejîma îşxalê li ser axên Filistînê dike de nirxandin hat kirin.

Qerara Neteweyên Yekbûyî ya redkirina nûnertiya Afganistanê

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji qerara Neteweyên Yekbûyî ya redkirina nûnertîya Efxanistanê re bertek hat nîşandan û dû re wiha hat gotin: “ Efxanistan 20 salan di bin îşxalê de ma û niha jî di warê îqtîsad û sîyasetê de zext lê tên kirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Xerba ku dest danî li ser bi milyaran dolarên Efxanistanê yên li Amerîka û Ewrûpayê niha asteng dike ku Efxanistan di sazîyên navneteweyî de bê temsîlkirin. Ji bo Efxanistana ku ji îşxal û şer xelas bûye demildest bi xwe ve were û rabe li ser pîyan divê ew pereyên wê yên ku dest hatiye danîn li serê bê dayîn û astengên li ber temsîlkirina wê ya di sazîyên navneteweyî de bê rakirin. Welatên Îslamê jî li dijî ambargoyên siyasî û îqtîsadî divê ji Efxanistanê re bibin alîkar û di platformên navneteweyî de bibin terefdarên Efxanistanê.”+

“Divê rejîma îşxalê meşrû neyê nîşandan û hisabê îhlalên  heqan ên ku tên kirin bê pirsîn”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, rejîma îşxalê li ser wan axên ku ew îşxal kirine çalakîyên provakatîf dikin û wan Filistînîyên ku li dijî vê yekê radibin an qetil dikin an jî êsîr digirin. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Serokomarê rejîma îşxalê Isaac Herzog ket hûndirê Mizgefta El-Xelîl û xelqê provake kir. Rejîma îşxalê wan Filistînîyên ku li dijî hereketên provakatîf ên rejîma îşxalê derdikevin an qetil dike an jî êsîr digire. Ji vê yekê welatên herêmê yên ku pêre demajoya asayîbûnê dane destpêkirin û hewl didin rejîma îşxalê meşrû nîşan bidin  mesûl in. Divê rejîma îşxalê meşrû neyê nîşandan û hisabê îhlalên  heqan ên ku tên kirin bê pirsîn. Heke ev yek neyê kirin ew ê rejîma îşxalê êrîşî wan welatên li derdorê jî bike û destekê bide alozî û tevlîhevîyên li wan welatan. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê tiştên ku tên kirin bes şermezar dike ku ev yek bêfeyde ye; divê ev sazî gavên ku pê rejîma îşxalê bê astengkirin û bê tirsandin bavêjin.”(ÎLKHA)