Li Almanyayê êrîş li mizgeftê hat kirin

Li bajara Dortmunda Almanyayê bi derê mizgeftekê ve serê berazê hat daleqandin. Misilmanên ku ev êrîşê dîtin ji êrîşê re bertek nîşan dan.

Ekleme: 06.12.2021 14:05:27 / Güncelleme: 06.12.2021 14:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref mirovên ku nasnavên wan hê nehatîye hînbûn ve êrîş li Mizgefta Selîmîye Evîng a ku di bin kontrola Yekîtîya Tirk Îslamê ya ku girêdayê Karên Dîyanetê ye hat kirin. Ev êrîş ji teref kamerayên ewlehîyê ve hat kişandin.

Di kameraya ewlehîyê de hat dîtin ku mirovê êrîşvan di seat 04.32yan de tê li ber derê mizgeftê, serê berazê bi derîyê têketina navendî ya mizgeftê ve didaleqîne û ji wê derê dûr dikeve.

Mizgefta Selîmîyê ya Evîngê li ser medyaya civakî derbarê mijdarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ev êrîş êrîşeke “nijadperest û kerax” e, ew ê ev êrîş çavên wan netirsîne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku “Ev êrîşa kerax û menfur, ji teref civatîya birêveberîya me ve bilez tê şermezarkirin.”

Hat hînbûn ku derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)