DAÎŞ li Kerkûkê êrîşî Pêşmergeyan kir: 4 mirî

4 Pêşmerge, li herêma Şêx Bizinî ya ku di sînora Kerkûkê da ye di êrîşa DAÎŞê de canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.12.2021 11:55:27 / Güncelleme: 06.12.2021 11:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin,  DAÎŞ li gira Qere Salîmê ku li herêma Şêx Bizinîyê ye, êrîş li Pêşmergeyan kir, di encama êrîşê de 4 Pêşmerge canê xwe ji dest dan, çend kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest dane, ji wan yek Mesud Talatê Serpel bûye.

Hat daxuyandin ku li herêmê operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)