Kampanyaya “Mont û Botek” a Weqfa Êtîman berdewam dike

Weqfa Êtîman a ku berî niha bi dirûşmeya “Bila Êtîm Nequfilin” kampanyaya bi navê “ Mont û Botek” dabû destpêkirin li Sêrtê ji 45 zarokan re alîkarî kir.

Ekleme: 06.12.2021 11:50:28 / Güncelleme: 06.12.2021 11:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îbrahîm Tetîkê temsîlkarê dildar ê weqfê derbarê alîkarîya ku hat kirin de destnîşan kir, ew di navbera xêrxwaz û êtîman de dibin navbeynkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi alîkarîya xêrxwazan xebata me ya bi navê ‘Mont û Botek’ a ku sala borî hatibû destpêkirin berdewam dike.Di bergeha vê kampanyayê de sala borî me li Sêrtê ji 30-35 êtîman re alîkarî kiribû ku îsal jî me ji 45 zarokên êtîm re alîkarî kir. Em li benda alîkarîyên kesên xêrxwaz in da ku ev xebatên me berdewam bikin û em ji êtîman re karibin alîkarîyê bikin.”(ÎLKHA)