Li Rihayê kamyon û wesayîtek li hev qelibîn: 3 mirî 4 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêya Bîrecûka Rihayê pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.12.2021 10:55:29 / Güncelleme: 05.12.2021 10:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li rêbeja Pirsûs-Bîrecûkê li mewqîya Çiyayê Aratê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 44 HT 681 û kamyona bi plaqeya 34 AG 4195 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de kesên bi navê Yaqup, Necdet û Meryem Korkmaz canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)