Fransa wê 92 balafirên şer û helîkopteran bifiroşe Îmaratê

Îmarat ji bo balafir û helîkopterên şer bi Fransayê re peyman îmze kir.

Ekleme: 04.12.2021 12:05:27 / Güncelleme: 04.12.2021 12:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê, WAM, Îmarat ji bo kirîna balafirên şer û helîkopterên leşkerî bi Fransayê re peyman îmze kir.

Peyman doh, dema Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Dubaîyê bi Welîehdê Ebû Dabî Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan re hevdîtin kiribû, hat îmzekirin.

Serokomarê Fransayê Macron di peyama xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku Îmarat sîparîşa 80 balafirên şer ên Rafale û 12 helîkopterên Caracal daye. (ÎLKHA)