Barzanî: “Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me were hildan”

Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê piştî di êrîşa DAIŞê de candana Pêşmergeyan re peyamek belav kir.

Ekleme: 04.12.2021 11:45:27 / Güncelleme: 04.12.2021 11:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di  peyama ku belav kir  de ragihand, ji bo parastin û berevaniya li xak û niştimaniya me, pêwîst e pêdaçûn û hûrbîniya zêdetir di karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de were kirin û rêkarên pêwîst li hember her kêmxemiyekê were stendin.

Barzanî di peyama xwe de ji bo malbata Pêşmergeyên ku di êrîşê de can dane sersaxîyên xwe anî zimên û destnîşan kir: “Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me were hildan.”(ÎLKHA)