Di êrîşa DAIŞê de 9 jê Pêşmerge tevde 12 kes canê xwe ji dest dan

Doh êvarî DAIŞê êrîş bir li ser Kampa Mahmûrê, di encma êrîşa ku hat kirin de 9 jê Pêşmerge tevde 12 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.12.2021 09:20:27 / Güncelleme: 03.12.2021 09:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh êvarî du êrîşên cuda li Pêşmergeyan hat kirin. Di êrîşa ewil a ku li nêzî gundê Xidirceyê hat kirin de 7 Pêşmerge canê xwe ji dest dan û di êrîşa din a ku hat kirin de jî 2 jê Pêşmerge û yek jê kesekî sîwîl 3 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)