Li Îngîltereyê êrîş li Mislimanê ku di metroyê de Quran dixwand hat kirin

Hat ragihandin li Londraya paytexta Îngîltereyê dema ku Mislimanek di metroyê de Quran dixwand kesekî dijminê Îslamê êrîşî kiriyê.

Ekleme: 02.12.2021 09:40:27 / Güncelleme: 02.12.2021 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dema êrîşê ji teref Mislimanê ku êrîş lê hat kirin ve hat qeydkirin û di medyaya civakî de hat parvekirin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de tê ditin dijminê Îslamê yê ku êrîşî Mislimanê ku Quran dixwand dikir destnîşan dike “ev der welatê Xiristîyanan e û ji bo ku ew li vê derê karibe Quranê bixwîne divê ew destûrê jê bistîne.”

Ji vîdeoya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin re destekeke mezin hat dayîn û polêsê Îngîltereyê derheqê meseleyê de lêpirsîn da destpêkirin.(ÎLKHA)