Serokê HAMASê Heniyê ji bo tazîyê çû serdana ÎHHyê

Îsmaîl Heniyeyê Serokê Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ji bo 4 endam û dildarên Weqfa Xêrxwazî ​​ya ÎHHyê ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, çû ziyareta ÎHHyê.

Ekleme: 01.12.2021 10:40:28 / Güncelleme: 01.12.2021 10:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Serokê Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê Îsmaîl Heniyye û berpirsên vê tevgerê Navenda Giştî ya ÎHHyê ya li Fatîhê ziyaret kirin û sersaxî ji bo wan  xwestin.

Heyeta HAMASê ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, Serokê Giştî yê AK Partiyê yê Stenbolê Osman Nûrî Kabaktepe, Serokê Damezrîner ê Weqfa Siyerê Muhammed Emîn Yildirim û Serokê Weqfa Alîkariya Heft Heyv Selîm Sariyildiz ve hat pêşwazîkirin.

Heniyye ji bo ciwanen wefat kirin ji Xweda rehmet xwest û ji malbat, hezkiriyan û Weqfa İHHye re sersaxî û sebrê xwest. (ÎLKHA)