Ji Neteweyên Yekbûyî banga "belavkirina wekhev a derziyan"

Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişandin li ser newekheviya derzîlêdanên Covid-19 û kêmbûna rêjeyên vaksînlêdanê yên li welatên kêmdahat.

Ekleme: 01.12.2021 10:05:30 / Güncelleme: 01.12.2021 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bang li dewletan kirin ku gihîştina wekhev û gerdûnî ya derziyên Covid-19 misoger bikin.

Di berdewama banga ku hat kirin de wiha hat gotin:"Berpirsiyariya hevpar a hikûmetan heye ku hemî rêyên mimkûn bikar bînin da ku gihîştina zûtir û dadperwertir a derziyan li çaraliyê cîhanê hêsan bibe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mafê her kesî ye ku bi ewle, bi bandor û di wextê xwe de bigihêje derziya Covid-19.(ÎLKHA)