Ji ber bagerê heta niha 6 kes mirin 46 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin ji ber bagera ku ji doh ve tesîra xwe zêde dike heta niha 6 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.11.2021 12:25:23 / Güncelleme: 30.11.2021 12:25:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Li gorî daxuyanîyê ji ber bagerê li Stenbol, Bursa, Zonguldak, Balikesîr, Yalova, Tekîrdag û Boluyê 6 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîyê ji ber bagerê gelek mal û dikan zirar dîtin.(ÎLKHA)