ENKS derheqê bûyerên ku li Efrînê pêk tên de daxuyanî da

Ji teref ENKSê ve derheqê xeberên revandina sîwîlan a li bajara Efrîna Kurdistana Rojava de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 30.11.2021 11:55:38 / Güncelleme: 30.11.2021 11:55:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li bajara Efrînê kesên sîwîl ên bi navê Halil Musrefa Şêxo, Silêman Şêxo û Mustafa Şêxo ji teref koma çekdar a bi navê “Ebû Amş” ve hatine revandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, di 12ê Mijdarê de dîsa li Efrînê koma çekdar a bi navê “Muhammed el-Fatin”  û di 24ê Mijdarê de koma çekdar a bi navê “Polêsê Eskerî” du welatîyên bi navê Azad Cemal Nebo û Şerzan Endo Xilosi revandine.

ENKS banga serbestberdana kesên sîwîl kir û bang li rêxistinên mafên însanan, civaka navneteweyî û Tirkîyeyê kir da ku di vî warî de gavinan bavêjin da ku Kurd ji cihên xwe neyên kirin.(ÎLKHA)