Weqfa Yetîman ji zarokan êtîm re alîkarîya cil û bergên zivistanê kir

Weqfa Yetîman li navçeya Çermûka Diyarbekirê bi saxîya xêrxwazan ji zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergên zivistanê, xurek û goştê sor kir.

Ekleme: 30.11.2021 10:15:28 / Güncelleme: 30.11.2021 10:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fîkrî Akkiliçê Temsîlkarê Weqfa Yetîman ê li Çermûkê derbarê xebata alîkarîyê ya ku hat kirin de destnîşan kir, ew wek temsîlkarîya Weqfa Yetiman a Çermûkê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di vê bergehê de ji 50 zarokên êtîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergên zivistanê, xurek û goştê sor û hwd. kir. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)