Mesrûr Barzanî: Şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ez gelekî xemgîn kirim

Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmergeyan de belav kir û got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ez gelekî xemgîn kirim, hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên şehîdan re radigehînim.”

Ekleme: 29.11.2021 10:50:32 / Güncelleme: 29.11.2021 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmerge de belav kir û wiha got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ên şeva borî li sînorê Kuleco, ku di dema hewarçûna hevçeperên xwe de şehîdbûn, ez gelekî xemgîn kirim. Hevxemiya xwe digehînim malbat û kesûkarên şehîdan û daxwazê ji xwedayê mezin dikim ruhê wan bi beheştê şad bike û hêviya selametiya lez ji bo birîndaran dixwazim.”(ÎLKHA)