Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên DAIŞê peyameke cidî ya tirsnak in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de, sersaxî û hevxemiya pêşkêşî malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa DAIŞê de hatin kuştin kir û ragihand.

Ekleme: 29.11.2021 10:45:30 / Güncelleme: 29.11.2021 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Ji Xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir:“Sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehreman ên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan de li tixûbê Kulleco, şehîd bûn. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bilez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak in û gef û metirsiyeke rasteqîne li navçeyê tînin holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîneye.Em daxwaz dikin mekanîzma wê hemahengiyê di navbera wan aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çalaktir û berfirehtir bê kirin û pêkve bi hemû hêz û şiyanekê ve rûbiruyê DAIŞê û gef û metirsiyan bibin.”(ÎLKHA)