Hêzên dagirker ên DYA’yê 100 wesayît tir amrûên leşkerî sewqî Hesekê kirin

Hêzên dagirker ên Amerîkayê 100 kamyon û tankerên ku malzemeyên lojîstîk hilgirtibûn, ji bo piştgiriya baregehên xwe yên leşkerî sewqî li gundewarê Hesekê kirin.

Ekleme: 29.11.2021 09:50:29 / Güncelleme: 29.11.2021 09:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê, yekem karwanê ku  60  wesayîtan pêk dihat ji sînorê Iraqê derbas kir ji ser rêya El-Welîd derbasî Sûriyê bûn.

Piştî nêzî 2 saetan vêcar jî karwana ku tê de 40 kamyon û tankerên ku malzemeyên lojîstîk hilgirtibûn ber bi bajaroka Rimêlanê ve çûn.

Heseke di bin dagirkeriya YPG/PKKye da ye. Hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya DYA’yê de gelek caran sewqiyatên leşkerî bo herêmê dikin, hem piştgiriya lojîstîk hem jî perwerdeya çekdarî didin rêxistinê. (ÎLKHA)