Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên hilbijartinên Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

Ekleme: 29.11.2021 09:35:28 / Güncelleme: 29.11.2021 09:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî doh li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson û şanda pê re kir.

Di civînê de ku konsulê Brîtanya li Hewlêrê, Davin Hunt jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên hilbijartinên Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

Di hevdîtinê de pêwendiyên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê her wiha hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî bo parastina ewlehî û rûbirûbûna terorê û çend mijarên din hatin axaftin.(ÎLKHA)