Li Rusyayê di madena komirê de agir derket: 52 mirî

Hat destnîşankirin ku di madenekî komirê ya ku li herêma Kemerova Rusyayê fealîyet dike de qeza çêbû, di encama qezayê de 52 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 26.11.2021 11:05:28 / Güncelleme: 26.11.2021 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Wezareta Rewşên Acîl a Rusyayê ve hat daxuyandin, di madenekî komirê ku li herêma Kemerova Rusyayê fealîyet dike de teqînek çêbû. Ji ber teqîna ku 250 metre di bin erdê de pêk hat li şewat derket.

Hat dîyarkirin ku di madenê de 285 kes dixebitin, hêjmarên ku di agirê de canê xwe ji dest dane bûye 52 û 6 kesên ku di agir de canê xwe ji dest dane wezîfedarên lêgerên û xelaskirinê ne.

Hat daxuyandin ku çirîk li xaza metanê ketîye û ji ber vê yekê teqîn çêbûye. (ÎLKHA)