Li Meksîkayê di atolya agirbazîyê de teqîn: 2 mirî

Hat destnîşankirin di nav atolyeyeke ku li bajara Tultepeca yê Meksîkayê de teqîn çêbû, di encama teqînê de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 26.11.2021 11:05:27 / Güncelleme: 26.11.2021 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di atolyeyeke ku li bajara Tultepeca yê Meksîkayê lê bi şikleke neqanûnî agirbazî dihat hilberandin de teqîn çêbû.

Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de malên derdorê ji teqînê zirar dîtin, 2 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Koordînasyona Birêveberîya Rîska bi Kapsam û Parastina Sîwîl a Wîlayeta Meksîkayê ve hat daxuyandin ku di encama teqînê de li atolyeyê agir derket, agir ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin. (ÎLKHA)