Di nava 3 mehên dawî de herî kêm 10 hezar siyonîstên dagirker avêtin ser Mescida Eqsayê

Li gor daneyên ku ji teref çavkaniyên Rejîma îşxalker a Siyonîst ve hatin weşandin, hejmara cihûyên ku di 3 mehên dawî de êrîşî Mescida Eqsayê kirin, ji 10 hezarî derbas kir.

Ekleme: 26.11.2021 10:35:48 / Güncelleme: 26.11.2021 10:35:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku di nav kesên ku beşdarî serdegirtinên Mescîda Eqsayê bûne de rîspî û xwendekarên mektebên olî yên Cihûyan di rêza yekem de ne.

Hat diyarkirin siyonîstên ku bi hinceta cejnên cihûyan û merasîmên cuda êrîşî Mescida Eqsayê kirin roj bi roj zêde dibe.

Rejîma îşxalker ku plan dike Mescîda Eqsayê di navbera Misliman û Cihûyan de bike du parçe û cihûtiyê bike, ji bo bicihanîna planên xwe cesaretê dide dagirkerên cihû ku êrîşî Mescid-i-Aqsayê bikin.

Li gorî peymana aştiyê ya ku di 26ê Cotmeha 1994an de di navbera rejîma dagirker û Urdunê de hat îmzekirin Mescîda Eqsa di bin sîwana Rêveberiya Weqfên Îslamî yên Qudsê de ye ku girêdayî Wezareta Weqf, Karûbarên Îslamî û Wîladeta Urdunê ye. Lê belê dagirker ji sala 2003’an û vir ve bi polîsan dikevin nava mabeda pîroz.

Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê derheqê van êrîş û serdegirtinên ku tên kirin de destnîşan kir, ev yek îhlala desthilatdarîya Mislimanan e.(ÎLKHA)