Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 200 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 200 hezar û 282 kes mirin.

Ekleme: 26.11.2021 10:05:27 / Güncelleme: 26.11.2021 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 200 hezar û 282 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  260  milyon  û  359  hezar û 814  kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 798 hezar kesan.(ÎLKHA)