Ji Serokatîya ÎNTERPOLê re Al Raîsî hat hilbijartin

Sergeneral Ahmed Nasser Al Raîsîyê Serçavdêrê Wezareta Karê Hindir ê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, ji Teşkîlata Polês a Neteweyî (ÎNTERPOL) re wek serokê nû hat hilbijartin.

Ekleme: 25.11.2021 16:20:28 / Güncelleme: 25.11.2021 16:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ahmed Nasser Al Raîsîyê ku ji teref gelek kesan ve wek “îşkencekar” tê naskirin û namzetîya wî dihat zanîn, di hilbajêrtinên ÎNTERPOLê yê ku li Stenbolê hatibû kirin de wek serok hat bijartin.

Ev cara ewil e ku yekî Ereb ji serokatîya ÎNTERPOLê re wek serok hat bijartin. Al Raîsîyê ku li  4 welatan derheqê wî de doz hatiye vekirin, ew ê 4 salan ji ÎNTERPOLê re serokatîyê bike. (ÎLKHA)