Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.

Ekleme: 25.11.2021 08:55:33 / Güncelleme: 25.11.2021 08:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin, bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên êrîşên DAIŞê, ku li çendîn deverên Iraqê metirsiya rasteqîn in ji bo nişteciyên wan deveran.(ÎLKHA)