Li Kolombiyayê zêdetirî 10 ton kokaîn hat bidestxistin

Wezîrê Parastinê Diego Molano diyar kir ku operasyona herî mezin a kokaînê ya îsal bi operasyona hevpar a artêş, polîs û hêzên hewayî hatiye lidarxistin.

Ekleme: 25.11.2021 08:45:35 / Güncelleme: 25.11.2021 08:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Başûr 10 ton kokaîn hat bidestxistin. Hat ragihandin ku tiryakê ku tê diyarkirin aîdî rêxistina çekdar a serhildêrên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ye, li bajarê Samaniego ya li ser sînorê Ekvadorê di serdegirtina du laboratuaran de hat bidestxistin.

Hat diyarkirin ku wê tiryakê ji aliyê rêxistinê ve di ser welatên Amerîkaya Navîn re derbasî DYAyê hatibana kirin. (ÎLKHA)