Koçberê Kurd ê Kurdistana Rojhilatî ji “Sermayê” canê xwe ji dest da

Hat destnîşankirin ku Koçberê Kurd ê Kurdistana Rojhilatî li ser sînora Almanya-Polonyayê ji sermayê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 24.11.2021 16:10:26 / Güncelleme: 24.11.2021 16:10:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn ku koçberê ku navê wî Bextîyar Musazade ye, berî niha jî de jî li kampa Silêmanîyê ku miltecîyên Kurdistana Rojhilat tê de jîyan dikin demekê maye.

Hat îfadekirin ku koçberên ku xwestin ji Belarusê derbasî Polonyayê bibin li sînor hatin sekinandin. Almanya jî ji ber van koçberan derîyê sînor girt ku ji ber vê yekê koçber di navbera sînora du welatan de asê man. (ÎLKHA)