Minibûsek û kêşvanek li hev qelibîn: 14 birîndar

Li navçeya Akçakaleya Rihayê kêşvanek li minibûsekî rêwîyan qeilibî û di encama qezayê de 14 kes birîndar bûye.

Ekleme: 24.11.2021 11:35:27 / Güncelleme: 24.11.2021 11:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kêşvanê bi plaqa 27 AFH 209 ê ku şofêrê wî hê nehatîye hînbûn, li minibûsa rêwîyên ku li kêleka rê sekinîbû xist.

Di encama li hev qelibînê de her du erebe jî  gindirîn şerampolê. Di encama  qezayê de zarok jî di nav de  14 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn ku mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)