199 heb koçberên ku ji teref Yunanîstanê ve hatibûn vegerandin hatin rizgarkirin

Ji teref Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve hat daxuyandin ku ji teref endamên Yunanîstanê 199 heb koçber hatin vegerandin û wan koçberên ku di behrê mahsûr mabûn ji teref ekîbên wan ve hatine rizgarkirin.

Ekleme: 24.11.2021 11:30:27 / Güncelleme: 24.11.2021 11:30:27 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Hat hînbûn ku li Muxlayê û li Îzmîrê di 5 cihê cuda de koçberên ku mahsûr mabûn ji teref Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve hatiye rizgarkirin.

Hat destnîşankirin ku 3 şikdarên ku hewl didan bi neqanûnî ji welat derdikevin jî hatîne binçavkirin.

Hat ragihandin ku koçberên hatine rizgarkirin ji Midirtîya Îdare ya Koçê Bajêr re hatine şandin. (ÎLKHA)