“Kurdistan navê wê herêma ku Kurd bi sed salan lê dijîn e”

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 24.11.2021 10:45:12 / Güncelleme: 24.11.2021 10:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê gelek mijaran de nirxandinên balkêş hatin kirin ku yek ji wan nirxandinan jî li ser nîqaşên ku li ser navê Kurdistanê tên kirine.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê nîqaşên li ser navê Kurdistanê de hat destnîşankirin, înkarkirina navê Kurdistana ku Kurd lê dijîn berdewam dike ku ev yek di nav civakê de bi şikleke aşkere dibe sedeme berberîyê.

“Kurdistan navê wê herêma ku Kurd bi sed salan lê dijîn e”

Di berdewama daxuyanîyê de gotinên rayedarekî Tirkîyê “Li Tirkîyê û li derveyî Tirkîyê ti herêmeke ku jê re Kurdistan tê gotin tune ye” di bîran hat xistin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Bi vê gotinê heqîqeta ku heye tê binpêkirin û nayê xwestin ku ev heqîqet bê dîtin. Kurdistan navê wê herêma ku Kurd bi sed salan lê dijîn e.Di dema Selçûqî, Osmanî û heyama Meclîsa 1emîn de navê vê erdnigarîya ku Kurd lê dijîyan Kurdistan bû. Ev yek ji teref Birêz Erdogan bi xwe ve jî hatibû gotin. Îro ew kesên ku vî navî bi kar tînin tên binçavkirin ku ev yek  tê maneya ji vê heqîqetê re meydanxwendin.  Polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê;bûne sedema tehdîdan, bûne sedema xerabûna aştî û aramîya welêt, dîsa  polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê li pey xwe gelek êş û elem hiştine. Ji van tiştên ku hatin jimartin re sedem ne navê Kurdistanê ye; tiştê ku ji van tiştan re sedem e polîtîkayên asîmîlasyon û înkarkirinê ye.”

“Meseleya Kurd divê ji emperyalistan re neyê hawalekirin”

Di berdewama daxuyanîyê de gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî “Meseleya Kurd, meseleya navxweyî ya Iraq, Îran, Suriye û Tirkîyeyê ye.Ev welat divê meseleya Kurd di nav xwe de çareser bikin. Divê ev welat Kurdan cihê nekin û li wan xwedî derkevin.” di bîran hat xistin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “  Ev daxuyanîya Barzanî ya derheqê meseleyê de  ji bo aştî û îstîqrara herêmê çareserî ye. Ew polîtîkayên cihêkar ên ku li hember Kurdan ji teref wan dewletên ku li ser erdnigarîya ku Kurd lê dijîn hukum dikin ve tên tetbîqkirin ji emperyalîzma ku navenda wê Amerîka ye re dibe fersendeke mezin. Em bang li temamê terefan dikin da ku meseleya Kurd hewaleyî emperyalistan nekin û di bergeha biratî û mafên însanan de vê meseleyê çareser bikin.”(ÎLKHA)