Li Wanê 53 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Wanê ji teref ekîbekî polêsan ve di nav erebeyekî de 53 kîlo eroîn hat bidestxistin. Şikdarekî ku têkilîya wî bi bûyerê re heye jî hat binçavkirin.

Ekleme: 24.11.2021 09:35:27 / Güncelleme: 24.11.2021 09:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref ekîbên Şûbeya Micadeleya Sûcên Narkotîkê yên Midirtîya Ewlehîya Wanê ve, di nav malekî û di erebeyekî yê li navçeya Îpekyolîyê de tîryak hat tespîtkirin û ji bona vê yekê operasyonek hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku bi kûçikên narkotîkê di erebeyekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 53 kîlo 850 gram eroîn hat bidestxistin û mirovekî şikdar jî hat binçavkirin. (ÎLKHA)