Ji teref Wezaretê Derve yê Tirkîyê ve ji Bulgarîstanê re peyama tazîyê

Ji teref Wezaretê Derve yê Tirkîyê ve, ji bona otobûsa ku li Bulgarîstanê şewitîbû û di encama şewatê de 46 mirov canê xwe ji dest dabûn peyama sersaxîyê hat weşandin.

Ekleme: 23.11.2021 17:30:41 / Güncelleme: 23.11.2021 17:30:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di peyama Wezaretê de weha hat gotin, “Xebera şewata aramxaneya ku di 22yê Mijdara sala 2021yan de li bajara Varnayê ya Bulgarîstanê û  di şewata otobûsê ya ku di 23yê Mijdara 2021yan de li bajara Pernîka Bulgarîstanê pêk hatibûn û di encama wan qezayan de mirovên ku mirine û mirovên ku birîndar bûne ji terefê me ve bi mehzûntî hatîye hînbûn.

Ji ber van hedîseyên bi keder, em ji malbatên mirovên ku mirine re, ji hikûmeta Bulgarîstanê û Makedonyaya Bakur re û ji xelqên wan re sersaxîya xwe, ji bona birîndaran re jî daxwazîya şîfayên xwe dişînin.”  (ÎLKHA)