Mêrikê ku ji serê xanî ket xwarê rehmet kir

Şewket Akyûzê ku ji bona banê xanîyê xwe temîr bike derketibû serê xanî ket xwarê.

Ekleme: 23.11.2021 17:15:40 / Güncelleme: 23.11.2021 17:15:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn ku Şewket Akyûz ji bona ku banê xanîyê xwe yê dilop dikir temîr bike doh di seat 20.00an de derket li serê xanîyê xwe û ji serê xanî ket xwarê. Di encama ketinê de ‘estîyên Akyûz şîkîya.

Hat ragihandin ku Akyûz piştî ketinê hatîye rakirin Nexwaşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Herêmê ya Wanê. Li nexweşxanê ji Akyûz re midexele hat kirin lê digel temamî midexeleyan Akyûz canê xwe ji dest da ye.

Hat destnîşankirin ku cinaza Akyûz piştî otopsîyê li goristana Taxa Kiratliyê hatîye definkirin. (ÎLKHA)