Ukraynayê tetbîqata leşkerî kir

Ukraynayê li ser sînorê Polonya û Belarusê tetbîqata leşkerî pêk anî.

Ekleme: 23.11.2021 10:20:28 / Güncelleme: 23.11.2021 10:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li ser sînorê Belarusê tetbîqata leşkerî hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tetbîqata leşkerî li Jîtomîra herêma Ukraynayê ya nêzî sînorê Belarûsê hat lidarxistin û hêzên hewayî beşdarî tetbîqatê bûn û di tetbîqatê da cebilxaneyên rastîn hatin bikaranîn. Hat diyarkirin ku hem hêzên hewayî hem jî yên bejayî beşdarî tetbîqatê bûne.(ÎLKHA)